Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 420 xaniyan li malbatên sehîdan dabes dike
PeyamaKurd – Biryar e îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Duhokê 420 xaniyan li malbatên şehîdan dabeş bike.
Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Îlona 2022an li Duhokê di merasîmekê de ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye birêkxistin de, wê 420 xaniyan li malbatên şehîdên Kurdistanê dabeş bike.
Hêjayî gotinê ye, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet dide xizmên serbilind ên şehîdan û qurbaniyên Enfalê û bi awayên curbicur hewl dide pêdiviyên wan dabîn bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin