Pêkhateya Kurdistanê pistgirî da biryara PDKê: 'Em spasiya Serok Barzanî û PDKê dikin'
PeyamaKurd – Piştî biryara Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya ji ber rakirina kotaya pêkhatiyan û ferzkirina neyasayî beşdarnebûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Tirkmen ku pêkhateyek ji Kurdistanê ye, daxuyaniyek belav kir.
Partiya Çaksaziya Tirkmen piştevaniya xwe ji bo helwasta PDKê ragihand û got: “Îradeya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên cuda ve ji wê gelek bihêztir e ku bi nedestûrî û neayasayî bixwazin sîstemeke sepandî li ser me bisepînin.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Polîtburoya PDKê ya bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî de civiya û biryara herî girîng a derbarê berjewendiya gel û Kurdistanê de da, ku PDK nakeve bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeke sepandî ya derveyî îradeya gelê Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên destûrî û beşdariya ti hilbijartinekê nake ku bi neyasayî û nedestûrî û di saya sîstemeke sepandî de birêve biçe.”
Di berdewamê de hate gotin: “Wek pêkhateya Tirkmen û Partiya Çaksaziya Tirkmen em spasiya vê helwesta niştimanî ya cenabê Serok Barzanî û PDKê dikin, ku hemû deman cenabê Serok çeperê berevaniyê bûye ji bo parastin û qahîmkirina mafên hemû pêkhateyên cuda yên li Herêma Kurdistanê û berdewam kar li ser bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de kiriye û rijd bûye li ser beşdariya wan a di hemû astên hikûmraniyê û proseya siyasî de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin