Serok Barzanî: Spasiya ked û erka pîroz a Zanayên Îslamê yên Kurdistanê dikim

21 September 2023 18:45 0 dîtin
Serok Barzanî: Spasiya ked û erka pîroz a Zanayên Îslamê yên Kurdistanê dikim

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 21ê Îlonê bi peyamekê salvegera 53yemîn a damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta derbasbûna pêncih û sê sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendiya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.”

De berdewamê de Serok Barzanî anî ziman: “Armanca serekî ya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê Barzaniyê Nemir li 21ê Eylûla 1970yî dûpatkirina rola mamostayên olî li şoreş û xebata gelê me û kûrkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê bû.”

Serok Barzanî diyar kir: “Bi dirêjahiya dîroka gelê me mamoste û zanayên mezin ên Kurdî yên ola Îslam rola wê ya yek alîker ya li bihêzkirina niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkarî û rêgirtina li hizra tundî û mezhebî da hebûye.”

Serok Barzanî herwiha got: “Ew çaverêyiye ji zana û mamostayên olî heye ku wekî herdem li wê rola xwe ya pîroz da berdewam bin û rênîşanderê me hemû aliyek bin. Li salvegera wê helkefta dîrokî de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî keda wan ya li erkê wan yê pîroz de dikim.”