Serok Barzanî li ser wefata Prof. Azad Ubêd Salih peyameke serxwesiyê belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 27ê Kanûnê li ser koça dawî ya Prof. Dr. Azad Ubêd Salih peyameke serxweşiyê pêşkeşî malbat, dost û hevalên wî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Min bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û dîroknasê navdar ê Kurd û mamosteyê beşa dîrokê ya Fakulteya Adabê ya Zanîngeha Selahedîn Prof. Dr. Azad Ubêd bihîst.”
Serok Barzanî di berdewama peyamê de diyar kir: “Ez sersaxiyê li malbat û kesûkar û dost û hevalên Prof. Dr. Azad Ubêd û mamoste û xwendekarên Zanîngeha Selahedînê dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dibînim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, giyanê rehmetî Prof. Dr. Azad Ubêd bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin