Serok Barzanî bo wefata Prof. Izedîn Mistefa Resûl peyamekî belav kir

03 October 2019 21:56 0 dîtin
Serok Barzanî bo wefata Prof. Izedîn Mistefa Resûl peyamekî belav kir

PeyamaKurd- Bi sedema koça dawî ya Prof. İzedîn Mistefa Resûl serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameka sersaxiyê belav kir. Peyama serok Barzanî weha ye:

“ Bi xemgînî , nûçeya koça edîb, dîroknivîs û kesayetiyê navdar, Profesor Dr Îzedîn Mistefa Resûl gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn, pirse û serxweşiya xwe bi malbata rêzdar û hemû rewşenbîran û xizm û hevalên mamostayê koçkirî radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im, giyanê Kak Îzedîn bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî, bi hemû aliyek bibexşe.”

İzedîn Mistefa Resûl di warê wêje û dîroka Kurdistanê de xebatên gelek baş kiribû û gihabû asteka wisa ku şûna wî dê vala bimîne. Xwendina xwe ya master û doktorayê li Azerbeycan û Rûsyayê kiribû. Hêj di xortaniya xwe de li Sûriyê gelek mabû û gelek navdarên Kurd yên kevin li wê derê naskiribû. Gelek cara li mala Rewşen Bedirxan mabû û jê gelek tiştan hîn bûbû. Kurmanciya wı ya jorîn gelek baş bû û pirek bû di navbera Kurmancên jêrîn û jorîn de.

Aliyekî malbata wî alim û aliyê dinê digiha Mewlana Xalidê Şehrezorî ku pîrê terîqeta nexşebendî bû û hem bo terîqeta qadiriyan xelîfetiyê dida. Gelek berhemên Resûl hene û hatine weşandin. Demekî di parlementoya Kurdistanê de parlementer bû û di navbera Kurd û Aşûriyan de pireka baş bû.