Serok Barzanî li ser wefata Prof. Dr. Nadir Nadirov peyamek belav kir: Jidestdana wî xesareteke mezin e

24 August 2021 17:49 0 dîtin
Serok Barzanî li ser wefata Prof. Dr. Nadir Nadirov peyamek belav kir: Jidestdana wî xesareteke mezin e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya rewşenbîr û zanyarê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî got: "Rola Nadir Nadirov a bi bandor di yekxistin û serpereştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û jidestdana wî xesareteke mezin e."

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve, min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê zanistî û neteweyî yê ji civaka Kurdên Kazaxistanê Profesor Nadir Nadirov bihîst.

Nadir Nadirov zanayê navdar ê Kurd û xwediyê dehan kitêb û sedan lêkolînên zanistî bû û roleke wî ya bi bandor jî di yekxistin û serpereştiya karûbarên Kurdên Kazaxistanê û welatên Sovyeta berê de hebû û jidestdana wî xesareteke mezin e.

Serxweşî û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û navendên akademî û cemaweriyên Kurdên Kazaxistanê û hemû Kurdên welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Nadir Nadirov bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

24.08.2021