Li Amerîkayê merasîmek rêzgirtinê ji bo Dr. Necmedîn Kerîm hat lidarxistin
PeyamaKurd – Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washington bi hevkariya Enstîtûya Kurdî li Washington û Malbata Dr. Necmedîn Kerîm re, do Pêncşemê 9ê Kanûna Pêşîn merasîmek rêzgirtinê ji bo giyanê kesayetî û siyasetvanê Kurd Dr. Necmedîn Kerîm li dar xist
Li gor zanyariyan, di merasîmê de, Nûnera Himûmeta Herêma Kurdistanê birêz Beyan Samî Abdurahman pêşî di derbarê kar û xebata Dr. Necmedîn de axaftinek kir û bal kişand ser rola giring ya Dr. Necmedîn di çêkirina têkilyan de û dirûstkirina piran di navbera Kurdên Amerîka de li aliyekî û li aliyê din çêkirina pêwendiyên dîplomasî di navbera siyasetvanên Kurd û biyanî de.
Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen nûnerê wîlayeta Maryland jî di merasîma rêzgirtinê de amade bû û axaftinek pêşkeş kir. Di axaftina xwe de, rola Dr. Necmedîn bilind nirxand û got, ew hevalekî nêzîk yê Dr. Necmedîn bû û di demên hesas û kirîtîk de bi hev re kar kirine ji bo gelê Kurd û di dema koçberiya giştî de ya Kurdên Iraqê di sala 1991ê de ji bo ser sînoran, ew û Dr. Necmedîn li hewara wan penaberan çûne û daxwaza alîkariya madî û siyasî ji bo Kurdan kiriye.
Van Hollen herwiha eşkere kir, rola Dr. Necmedîn Kerîm hebû di hemû wan alîkarî û destkeftiyên ku Kurd gihanê û ew welatparêzekî Kurd yê ji rêzê bû.
Şivan Necmedîn, Kurê Dr. Necmedîn Kerîm, axaftina malbata rehmetî pêşkeş kir û behsa girîngiya Dr. Necmedîn kir weke bab, weke Kurdperwer û weke Nijdarekî serkeftî û qala hin bîranîn û karên bavê xwe kir.
Gelek kesayetiyên Kurd û yên Amerîkî, senatorên Amerîkî û berpirsên ji Wezareta Karên Derve di merasîma rêzgirtinê de amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin