Cenazeyê Necmedîn Kerîm li Hewlêrê bi merasîmeke fermî hat pêswazîkirin

06 November 2020 22:03 0 dîtin
Cenazeyê Necmedîn Kerîm li Hewlêrê bi merasîmeke fermî hat pêswazîkirin

PeyamaKurd – Cenazeyê siyasetmedarê Kurd û parêzgarê rewa yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ku 31ê Cotmehê li Amerîkayê koça dawî kiribû, îşev ji Washingtonê gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê. Wê cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm li Pîrmamê bi merasîmeke fermî bê veşartin.

Cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Nêçîrvan Barzanî tacegula rêzgirtinê li ser termê Necmedîn Kerîm danî û got, ew têkoşer û aşiqê Kurdistanê bû û da zanîn, Dr. Necmedîn Kerîm bi serbilindî jiya û em jî bi serbilindî bibîr tînin û pêşwazî li cenazeyê wî dikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku divê pirsgirêka Kerkûk û navçeyên veqetandî yên din bi diyalogê û li ser bingeha madeya 140 a Destûra Iraqê bê çareserkirin.

Wê cenazeyê Necmedîn Kerîm li Pîrmamê bê definkirin û paştre jî li ser wesiyeta wî dema bajarê Kerkûkê azad bû, dibin emniyet û aramiya Hêzên Pêşmerge de, bi awayekî daîmî bo Kerkûkê bê veguheztin.

Necmedîn Kerîm sala 1949an li Kerkûkê ji dayîk bûye û sala 1972an jî bûye Pêşmerge.

Kerîm sala 1975an çûye Amerîkayê bicih bûye û sala 2009an jî vegeriyaye Kerkûkê û ji sala 2011an heta  xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ku Kerkûk ji aliyê hêzên iraqî û Heşda Şeibî ve hat dagirkirin, parêzgarê rewa yê Kerkûkê bû.