Cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm îro digihîje Kurdistanê
PeyamaKurd – Cenazeyê Dr. Necmedîn Kerîm îro digihîje Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.
Îro di saet 16:00an de cenazeyê Parêzgarê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm digihîje Hewlêrê û bi rêûresmekê dê were pêşwazîkirin.
Dr. Necmedîn Kerîm tevî jiyana zanistî û xizmetên wî yên di warê bijîşkî de, di siyasetê de weke çalakvanekî xwebexş li Amerîkayê çendîn xizmet pêşkêşî neteweya xwe kiriye.
Ji aliyê siyasî ve, di dema destbikarkirina weke Parêzgarê Kerkûkê de, xizmeteke berçav a jiyana siyasî û civakî û avakirina Kerkûkê kir û biryar da Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên Kerkûkê were bilindkirin.
Dr. Necmedîn Kerîm roja 30ê Cotmeha 2020an li nexweşxaneyeke eyaleta Maryland a Amerîkayê di temenê xwe yê 71 salî de jiyana xwe ji dest da.
Şeva din (bi dema Hewlêrê), cenazeyê wî ji Amerîkayê ber bi Hewlêrê, bi rêûresmekê hat birêkirin.
Bi dehan çalakvan û rewenda Kurdî li Amerîkayê ji bo oxirkirina Dr. Necmedîn Kerîm civiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin