Cenazeyên 172 qurbaniyên Enfalê sandin Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Cenazeyên 172 şehîdên Enfalê ku li navenda bijîşkiya dadwerî ya Bexdayê ne, wê li Herêma Kurdistanê bên veşartin.
Di merasîmê de ku xizmên şehîdan, Wezîrê Tendirustiya Iraqê Salih El-Hesnewî û Qaymeqamê Çemçemal jî amade bûn, termên şehîdan piştî danîna destegulan ber bi Herêma Kurdistanê ve hatin şandin.
Di sala 2019an de termên 172 şehîdên Enfalê ku piraniya wan jin û zarok in, di goreke komî de li çolên parêzgeha Semawayê hatin dîtin û ji bo wergirtina nimûneyên DNA ji bo saziya pijîşkiya dadwerî ya Iraqê hatin şandin.
ENFAL
Di "Operasyona Enfalê" ya ku di dema rejima Baasê de li dijî Kurdan hat destpêkirin de, bi sed hezaran Kurdên bêguneh bûn qurbaniyên jenosîdê. Enfala ku di 8 qonaxan de destpê kir, bi komkujî û koçberkirinê berdewam kir.
Qonaxa yekem a Enfalê di 23ê Sibata 1988an de li herêma Cafayetî destpê kir û heta 18ê Adara heman salê berdewam kir.
Qonaxa duyemîn ku di 22ê Adarê de destpê kir û di 2ê Nîsanê de bi dawî bû, herêma Qeredaxê girt ser xwe.
Qonaxa sêyemîn ku li Germiyanê destpê kir, 7ê Nîsanê destpê kir û heta 20ê Nîsanê berdewam kir.
Qonaxa 4emîn di 3ê Adarê de li herêmên Qelay Sêwke û Zeyî Bîçûk destpê kir û heta 15ê Adarê dewam kir.
Qonaxa 5, 6 û 7an ku di 15ê Adarê de destpê kir û heta 25ê Adarê dewam kir, herêmên Şeqlawa û Rewanduzê li xwe girt.
Hedefa qonaxa dawî ku di 26ê Adarê de destpê kir û heta 9ê Îlonê dom kir, tevahiya Herêma Behdînan bû.
182 HEZAR KURD HATIN KUŞTIN
Di operasyonên Enfalê de rejîma Baas li hemû gund, bajarok û navçeyên van herêman kurd qetil kirin û yên mayî jî sirgûnî başûrê Iraqê kirin.
Zêdetirî 182 hezar Kurd bi rêbazên hovane yên weke komkujî û gulebaranê hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin û nêzî 4 hezar gund hatin wêrankirin.
Di 16ê Adara 1988an de bombeyên kîmyewî avêtin Helebceyê û di encamê de 5 hezar sivîl şehîd bûn û 10 hezar sivîl jî birîndar bûn.
Di sala 2007an de bi biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Enfal weke jenosîdeke li dijî Kurdan qebûl kir û piştre jî pêvajoya girtina bi sedan kesî bi hinceta ku beşdarî komkujiya Enfalê bûne hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin