Cenazeyê Firset Sofî sibe li Balafirgeha Hewlêrê bi merasîmeke fermî tê pêswazîkirin
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku sibe 19ê Mijdarê cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî digihîje Hewlêrê û li balafirgehê merasîme fermî ya cenaze bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û berpirsên Parlemento û aliyên siyasî tê sazkirin.Hat ragihandin ku piştî merasîmê wê cenazeyê Firset Sofî li Hewlêrê bê veşartin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiya malbat û xizmên rehmetî û temamê xelkê Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê dixwaze.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dr. Firset Sofî weke mirovekî sade û niştimanperwer di wê demê de ku postê Parêzgariya Hewlêrê wergirtibû, bi awayekî berdewam dixebitî û di vê dema kêm de jî dewsa destê wî li hemû warên îdarî û xizmetguzariyên vê parêzgehê de diyar e.”
Hikûmeta Kurdistanê got: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku aramî bide malbat û xizmên wî û ruhê wî bi bihişta berîn şad bike.”
Hat ragihandin ku piştî merasîma fermî ya pêşwazîkiran cenazeyê Firset Sofî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, cenaze li bajarê Hewlêrê were veşartin.
Parêzgarê Hewlêr Firset Sofî ku 20ê Cotmehê bi nexweşiya vîrusa koronayê ketibû, piştî giranbûna rewşa tenduristiya wî bo derveyî welat hatibû veguhestin û li nexweşxaneyeke bajarê Enqere yê Tirkiyê tedawî dibû. Firset Sofî îro 18ê Mijdarê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin