Xosnaw: Firset Sofî bi koça xwe ne tenê dilê malbata xwe dilê hemû civakê xemgîn kir
PeyamaKurd – Îro di yekem salvegera koça dawî ya parêzgerê berê yê Hewlêrê Firset Sofî de, Parêzgerê niha yê Hewlêrê Umêd Xoşnaw serdana gora wî kir û piştî wê diyar kir: ‘‘Firset Sofî diyardeyek bû, nimûneya kurê hejarekî bû ku li gundekî dûr dibe stêrkekî nav partiya xwe, nav hikûmeta xwe, nav civaka xwe û hemû cîhê kar kir û beşek jiyana xwe û temenê xwe yê kurt feda kir ji bo dadperwerî, destpaqijî û Kurdistanê.’’
Parêzgerê Hewlêrê da zanîn: ‘‘Em dibînin sedemê pêketina Dr. Firset bi nexweşiyê jî ji ber berdewam nav xelkê de bû, ji bo ku amadekariyê bike bo tekoşîna dijî vîrusa Koronayê bû. Lê ew bi xwe pêket û nexwaş bû û mixabin bi zehmetiyeke zêde û di demeke kurt de koça dawî kir.’’
Umêd Xoşnaw, careke din serxweşî li malbata Dr. Firset û hemû xelkê Kurdistanê kir û got: ‘‘Firset Sofî bi koça xwe ne tenê dilê malbata xwe, dilê hemû civakê xemgîn kir, lê bi piştrastî kiryarên wî tu demekê em ê jibîr nekin û wê bibe ezmûna me hemûyan ji bo xizmeta gel.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin