Serok Barzanî bo koça dawî ya Dr. Firset Sofî: Ziyaneka mezin e. Min kurekî xwe ji dest da

18 November 2020 14:32 0 dîtin
Serok Barzanî bo koça dawî ya Dr. Firset Sofî: Ziyaneka mezin e. Min kurekî xwe ji dest da

PeyamaKurd – Peyamek serxweşiyê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî, bo koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî hat belavkirin.

Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî, îro danê sibê ji ber nexweşiya Koronayê li nexweşxaneyeke bajarê Enqerê yê Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dr. Firset Sofî peyameke serxweşiyê belav kir. Peyama Serok wiha ye:

Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan,

Nûçeya koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî ez xembar û dilteng kirim. Rehmetî Dr. Firset Sofî, mînaka jêhatîbûn û dilsozî û destpakiyê bû. Ew kadroyekî niştimanperwer û aktîv bû. Wî di dema kurt ya parêzgariya xwe de karî nîşan bide ku jêhatî ye û xwe xist nav dilê xelkê. Ji dest dana kesekî dilsoz mîna Dr. Firset Sofî, ziyaneka mezin e. Min kurekî xwe ji dest da.

Ji ber wê jî ez sersaxiyê didim me û malbat û mirovên rehmetî Dr. Firset Sofî û hemû hevkarên wî yên li hikûmetê û parêzgehê û tevahiya xelkê bajarê Hewlêrê. Ji Xwedayê mezin dixwazim cihê wî behişt be û sebr û hedarê jî bide her kesî.