Mesrûr Barzanî peyamek serxwesiyê bo koça dawî ya Dr. Firset Sofî belav kir
PeyamaKurd – Di derbarê koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir û da zanîn: “Koçkirina wî ez gelek xemgîn kirim û ziyaneke mezin e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.’’
Peyama hevxemiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi xemgîniyeke kûr, agahiya koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî gihişte me.
Dr. Firset Sofî kesekî niştimanperwer û dilsoz û jêhatî bû. Hemû jiyan û temenê xwe di xizmetkirina niştiman û xelkê de derbas kir û di hemû post û berpirsyariyan de, li qonaxa parlementerî û piştre jî, dakokîkarekî diyar ê proseya çaksaziyê bû.
Bi taybetî weke Parêzgarê Hewlêrê, erkên xwe bi dilsozî bi cih dianî û ez bi xwe ji nêz ve agahdarê dilsozî û peroşî û karameya wî bûm di xizmetkirina xelkê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê de bi giştî, loma koçkirina wî ez gelek xemgîn kirim û ziyaneke mezin e ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Em bi vê boneya xemgîn, şîna xwe radigihînin û sersaxiya malbata wî ya niştimanperwer û xelkê Kurdistanê û bi taybetî Parêzgeha Hewlêrê dixwazin.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bibexşîne me hemûyan.
Bîranîn û helwestên Kak Dr. Firset Sofî dê her dem bi zindî bimînin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin