Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya dayika Se'dî Pîre belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya dayika Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Se'dî Ehmed Pîre arasteyî wî kir.
Li gor Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de eşkere kir: “Birêz Se'dî Pîre, Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), min bi xemgînî nûçeya koça dawî ya dayîka cenabê we bihîst.”
Herwiha Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ez sersaxiyê li we dikim û ez hevbeşê xema we me.”
Herwiha destnîşan kir: “Xwedayê mezin giyanê wê bi bihuştê şad bike û sebr û aramî bide malbata cenabê we.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin