Mesrûr Barzanî ji bo koça Mar Edaye Duyem peyama sersaxiyê da

12 February 2022 22:07 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo koça Mar Edaye Duyem peyama sersaxiyê da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê ji bo wefata patrîkê Asûriyan  Mar Edaye Duyem belav kir. Payema sersaxiyê ya Barzanî wehaye:

“Min xebera xemgîn ya patrîkê Dêra Kevin ya Rojhilat Mar Edaye Duyem bihîst ku koça dawî kiriye. Ji ber koça dawî ya Mar Edaye Duyem sersaxiyê ji bo birayên xwe yên Asûrî yên Herêma Kurdistanê dixwazim û ji bo dêrê sersaxiyê dixwazim.

Ji Xwedayê dilovan daxwaz dikim ku rehmetî ji bo bihişta xwe qebûl bike û ji bo malbat, mirov û hezkiroxên wî ji Xwedê sebrê dixwazim.”

Patrîk Mar Edaye Duyem yê dêra Rojhilat ya Asûriyan di sala 2015 an de li Hewlêrê dest bi wezîfê kiribû lê ji ber nexweşînê di sala 2021 ê de dest ji wezîfa xwe berdabû.