Kosret Resûl peyamek serxwesiyê bo koça dawî ya Firset Sofî belav kir
PeyamaKurd – Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl, peyameke serxweşiyê bo malbata Parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî belav kir.
Peyama Kosret Resûl wiha ye:
Birêz kesûkar û malbata Dr. Firset Sofî
Mixabin nûçeya koça dawî ya parêzgerî Hewlêrê Dr. Firset Sofî min bîhîst, dilgiran û xemgîn bûm û ez hevbeşê xema we me.
Dr. Firset Sofî li erkê xwe yê parlamenterî û parêzgariya Hewlêrê de, wek Kurdekî dilsoz û xwedî awat û armanca wî xizmet kirin bû, ji bo wê jî ti tiştek li ser xwe nehêla. Ji dest dana wî windayiyek mezin bû û em hemû xemgîn û nîgeran bûn.
Ji ber koça dawî ya Dr. Firset Sofî serxweşiyê li kesûkar û malbata wî dikim, daxwaz ji xwedayê mezin dikim cîhê wî bihuşt be.
Kosret Resûl Elî

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin