Bo koça dawî ya Nûrî Barîkey Baregeha Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

29 March 2021 09:59 0 dîtin
Bo koça dawî ya Nûrî Barîkey Baregeha Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd – Bi boneya koça dawî hunermend û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Nûrî Barîkey Baregeha Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama serxweşiyê ya Baregeha Barzanî wiha ye:

Birêzên, malbat û kesûkarên hunermend Pêşmerge Nûrî Barîkeyî

Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî Pêşmergeyê bi wefa û dilsoz ê şoreşa Îlon û Gulanê û hunermend (Nûrî Ebdulla) naskirî bi (Nûrî Barîkey) gihişt me.

Nûrî Barîkeyî, Pêşmerge û hunermendek bû xizmeteke zêde bi hunera mîllî ya Kurdî û neteweyî kiriye û berdewam bi dengekî bilind û xweş, azara neteweya xwe aniye ser zaran.

Serxweşiya arasteyî malbat û kesûkar û dost û nasên merhûm û xelkê Germiyanê dikin û xwe hevbeşê xema hemûyan dizanin.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin, giyanê merhûm Kake Nûrî Barîkeyî bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta berîn şad bike û aramiyê bide malbat kesûkar û dostên merhûm.