Baregeha Barzanî li ser koça dawî ya Seyîd Masallah peyamek sersaxiyê belav kir

28 July 2022 13:26 0 dîtin
Baregeha Barzanî li ser koça dawî ya Seyîd Masallah peyamek sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Baregeha Barzanî di derbarê koça dawî Seyîd Maşallah Karataş de, peyamek sersaxiyê aresteyî malbata wî kir.

Peyama sersaxiyê ya Baregeha Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Birêzên malbata xwedê jêrazî Seyîd Maşallah Karataş,

Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwerê Bakurê Kurdistanê birêz Seyîd Maşallah Karataş gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve, sersaxîyên xwe pêşkêşî malbata we ya birêz û dost û nasên we dikîn, hevbeşê xema hemû aliyekîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi we bibexşê û ruhê xwedê jêrazî Seyîd Maşallah bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuşta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Em ê Dîsa Vegerin Xweda)

Baregeha Barzanî”

Seyid Maşallah ji malbata Seyîdên BILWANISÎ ye. Ew di heman demî de tevlî teriqeta Nekşîbendî bû. Seyid Maşallah, roja 23ê Temuza 2022ê koça dawî kir.

Seyid Maşallah di heman demî de rûsipiyek yê herêma Serhedê bû û kesayetek bi xwedî îhtiram û dilovan bû.

Herdem li ser rêbaza Barzaniyê Nemir maye û şervanek yê rêbaza Barzanî bû. Seyid Maşallah yek ji wan kesan bû ku di dema xwe de li Hac, Umran ziyareta Barzaniyê Nemir kiriye.