Serokwezîr ji ber koça dawî ya hevjîna wî sersaxiyê li Omer Seyîd Elî kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Ji ber koça dawî ya hevjîna wî sersaxiyê li Berpirsê Rêxistinê yê berê yê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî kir.
Serokwezîr Mesûd Barzanî, di nameya xwe ya sersaxiyê de hevjîna Omer Seyîd Elî, Nazenîn Ebûbekir Kerîm bi dilgermî bibîr anî û hevxemiya xwe diyar kir.
Serokwezîr di nameya xwe ya sersaxiyê de wiha got:
Birêz Omer Seyid Elî, ji ber koça dawî ya hevjîna te rêzdar Xudêjêrazî Nazenîn Ebûbekir Kerîm, ez sersaxiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xwedayê mezin canê wê bi bihuşta berîn şad bike û sebr û hedarê bide binemala we ya rêzdar."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin