Serokwezîr ji bo koça dawî ya Ferîq Elî Osman Mêrgesorî sersaxiyê xwest
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Fermandarê Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, peyama sersaxiyê arasteyî malbata rehmetî kir.
Fermandar û têkoşerê navdar ê hêzên Pêşmerge Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, îro çûbû ser dilovaniya xwe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de sersaxiyê li malbata Mêrgesorî kir û hevxemiya xwe nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:
“Ji ber koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, ez ji dil sersaxiyê li malbata wî ya rêzdar û kedkar dikim. Ez hevxemê we me.
Xwedayê mezin canê wî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bi hemiyan bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin