Serokwezîr ji bo koça dawî ya Tarik Ziya Ekîncî peyama sersaxiyê sand
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya rewşenbîr û siyasetmedarê kurd Tariq Ziya Ekîncî peyameke sersaxiyê şand.
Dîrokzan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî 15ê Tebaxa 2024an li Stenbolê çûbû ser dilovaniya xwe.
Meytê Tarik Ziya Ekîncî, li Goristana Şehîtlikê ya Amedê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi mebesta koça dawî ya siyasetmedar û rewşenbîr Tarik Ziya Ekîncî peyameke sersaxiyê şand.
Di merasîmê de peyama Serokwezîr hate xwendin
Di merasîma binaxkirina meytê Ekîncî ku gellek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend jî beşdar bûn de axaftin hatin kirin û peyamên sersaxiyê yên serkirdeyên Kurd hatin xwendin.
Di merasîmê de peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hate xwendin.
Peyama Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyê Îbrahîm Gurbuz ve hat xwendin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Min bi xemgînî nûçeya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar, welatparêz û endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Dr. Tarik Ziya Ekîncî yê naskiriyê Kurd bihîst.
Ez ji malbata Mamoste Ekîncî re sersaxiyê dixwazim. Xwedê ruhê wî li cenetê razî be û silametî û rihetiyê bide her kesî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin