Serokê Herêmê ji ber koça dawî ya hevjîna wî sersaxiyê li Fûad Husên kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Carolina Montesori hevxemiya xwe pêşkêşî Fuad Husên kir.
Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Carolina Montesori sersaxî ji Fuad Husên re xwest.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
"Ez sersaxiyê ji hevjîna birayê xwe Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re dixwazim. Ji dil û can hevparê xema we me. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku rehma xwe li canê wefatkiriyê birêz Carolina Montesori bike û sebrê bide zarok, malbat û xizmên wê."
Hevjîna Wezîrê Derve yê Iraqê û yek ji siyasetmedarê Partiya Demokrat a Kurdistanê Fûad Husên Carolina Montesori, bi eslê xwe Hollandî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin