Serok Barzanî bo koça dawî ya Pêsmergeyê dêrîn peyamek serxwesiyê belav kir
PeyamaKurd – Bo koça dawî ya Pêşmerge û xebatkarê dêrîn Mistefa Nêrweyî, Serok Mesûd Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir.
Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneke zêde, me xebera malavahiya Fermande û Pêşmerge û xebatkarê berniyasê gelê Kurdistanê û şoreşgêrê her du şoreşên Îlon û Gulanê Mistefa Nêrweyî bihîst.
Xwedê lêxweşbûyî Mistefa Nêrweyî hevalekî nêzîkê Barzaniyê Nemir û şoreşgêrekî kedkar û xebatkar û serkirdeyekî qehremanê PDK û tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û her wisa kesayetiyekî diyar ê civakî yê li devera Behdînan û xwediyê xebateka dûr û dirêj bû.
Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kes û karên xwedê jêrazî Mistefa Nêrweyî û hemî hevalên wî û Pêşmergeyên qehreman û xelkê niştimanperwerê Kurdistanê û têkoşerên rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê dikim.
Ji Xwedayê mezin dawakar im ruh û giyanê wî bi behişta fireh şad bike û sebir û hedarê bide hemû aliyekî.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
09.12.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin