Serokwezîr peyameke serxwesiyê bo koça dawî ya Mihemed Ureybî belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya koça dawî ya Dadwer Mihemed Ureybî peyameke serxweşiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar dike: ‘‘Bi xemgînî min xebera koça dawî ya dadwerê berê yê Dadgeha Bilind a Tawanan li Iraqê dadwer Mihemed Rêbî bihîst. Dadgewerek bû rola wî ya diyarker li Iraqê di cezakirina tohmetbarên Enfal û kîmyabarankirina Helebce û tawanên din beramber gelên Iraqê de hebû. Ji ber wê bi rêzî wî bi bîrtînin ku erken xwe bi cî anîne û di dema dadweriya xwe de.’’
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî dide zanîn: ‘’Serxweşiyê li malbata birêz dadwer Mihemed Rebî û desthilata dadwerî li Herêma Kurdistan û Iraqê dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim Xwedayê mezin bi behişta xwe şad bike û aramî û bide nas dost hevalên merhûm Mihemed Rebî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin