Serokwezîr peyameke serxwesiyê bo koça dawî ya Mîrza Xal Refîq belav kir

24 November 2020 11:00 0 dîtin
Serokwezîr peyameke serxwesiyê bo koça dawî ya Mîrza Xal Refîq belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Pêşmegeyê Şoreşa Îlonê û kesayetiyê niştimanperwer ê Silêmaniyê Mîrza Xal Refîq, peyameke serxweşiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de diyar dike û dibêje:

Bi xemgîniyeke zêde min xebera koça dawî ya kesayetî û niştimanperwerê parêzgaha Silêmaniyê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Mîrza Xal Refîq bihîst. Serxweşiyê li malbata wî ya tekoşer dikim û hevbeşê xema wan im. Xwedayê mezin bi rehma xwe şad bike û aramiyê bide malbat, heval û naskiriyên malbatê.