Serokwezîr peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Pêsmergeyê Îlon û Gulanê belav kir

01 January 2022 16:33 0 dîtin
Serokwezîr peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Pêsmergeyê Îlon û Gulanê belav kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Pêşmerge û Fermandarê her du şoreşên Îlon û Gulanê Resûl Feqê belav kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi mixabinî ve min agahiya koça dawî ya Pêşmerge û fermandarê bi wefa û kolneder ê her du şoreşên Îlon û Gulanê û kesayetê naskirî û niştimanperwer ê devera Xoşnawetî "Resûl Feqê" bihîst.

Ez sersaxiya malbata têkoşer dixwazim û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dibînim.

Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne kesûkar û hevalên wî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê