Cenazeyê Firset Sofî bi besdariyeke mezin a xelkê Hewlêrê hat vesartin
PeyamaKurd - Cenazeyê parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ku îro ji Enqerê gihîşt Hewlêrê, bi amadebûna bi hezaran welatiyên bajarê Hewlêrê û rayedarên hikûmet û berpirsên partiyan, li Goristana Şêx Ehmed hat veşartin.
Cenazeyê Firset Sofî piştî merasîma li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin, tacegulên Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr, Serokê Parlementoyê û piraniya partiyên siyasî û nûnerên welatan li ser hat danîn û ji bo xatirxwestina dawî, cenazeyê wî bo mala wî hat birin û ji wir jî ber bi goristanê hate birêkirin.
Bi hezaran welatî û berpirsên partiyan û rayedarên hikûmetê li goristanê li benda cenazeyê Firset Sofî bûn û cenaze di demjimêr 14:30ê de gihişte goristanê.
Firset Sofî 41emîn Parêzgarê Hewlêrê bû, tevî belavbûna vîrûsa koronayê jî, ji xizmeta gelê xwe ranewestiya. Heval û kesên nêzîkî wî dibêjin, ji ber xebata xwe ya bêrawestan ne tenê carekê, du caran bi koronayê ket û di cara diduyan de rewşa tenduristiya wî giran bû û di 42 saliya xwe de koça dawî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin