Firset Sofî: Rewsa Hewlêrê metirsîdar e, karesateke mezin li ber e

08 July 2020 19:57 0 dîtin
Firset Sofî: Rewsa Hewlêrê metirsîdar e, karesateke mezin li ber e

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî li ser belavbûna zêde ya koronayê û pabend nebûna tedbîran got, rewşa Hewlêrê, rewşeke metirsîdar e, heke xelk xwe neparêze, dibe ku ber bi karesateke mezin ve biçin.

Firset Sofî di civîneke rojanamevanî de da xuyakirin; “Hewlêr ber bi rewşa nexwestî û nebaş diçe. Li ser vê binemayê jî me qedexeya temam a hatinûçûnê şeş rojan ragihand û encamên baş jî hebûn, lê cihê daxê ye pabend nebûn û têkelbûn û negirêdana demamkan careke dî amara tûşbûnê bi koronayê zêde kir.”

Parêzgarê Hewlêr got: “Heke rewş bi vî awayî berdewam be, wê nikaribin hemû tûşbûyan di nexweşxaneyan bidin razandin. Ewa li ser me bû wek hikumet me kiriye, niha erkê hemwelatîyane xwe biparêzin.”

Li gorî amarên Wezareta Tenduristîyê di 24 saetên borî de, li nav sînorê parêzgeha Hewlêrê 186 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.