Cenazeyê Dr. Firset Sofî îro ji Enqerê bo Hewlêrê hat birêkirin
PeyamaKurd – Cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî îro di saet 09:30an de bi dema Hewlêrê, ji Enqerê ve bo Hewlêrê hat birêkirin. Li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê bi rêûresmeke fermî pêşwazî li cenazeyê Firset Sofî tê kirin û dê li goristana Şêx Ehmed a bajarê Hewlêrê bê veşartin.
Cenazeyê Dr. Firset Sofî ji Nexweşxaneya Memorial a Enqerê bo Balafirxaneya Esen Boga ya Enqerê hat veguhastin û di saet 09:30an de bi balafireke taybet, ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin.
Biryar e li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê bi rêûresmeke fermî pêşwazî li cenazeyê Dr. Firset Sofî bê kirin. Di rêûresmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmarek berpirsên din ên Hikûmetê û partiyên siyasî wê amade bin.
Piştî rêûresma pêşwaziyê, cenazeyê Parêzgarê Hewlêrê, dê li goristana Şêx Ehmed li bajarê Hewlêrê bê veşartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin