Walîyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber giranbûna nexwesiyê bo derveyî welat hat sandin

03 November 2020 16:13 0 dîtin
Walîyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber giranbûna nexwesiyê bo derveyî welat hat sandin

PeyamaKurd -  Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ku ji ber pêketina koronayê rewşa tenduristiya wî giran bûye bo tedawiyê çû derveyî welat.

Serokê encûmena parêzgerê Hewlêrê Elî Reşîd ragihandiye ku encûmena parêzgeha Hewlêrê xembar e ji ber di cih de nebûna tenduristiya birayê me yê ezîz û parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî ji ber wê şewbê û şeva borî bi armanca çareseriya çû derveyî welat.

Elî Reşîd, hêvî xwest parêzgerê Hewlêrê bi tenduristiyeke baş vegere nav kesûkar û ser karê xwe û hêvî xwest herêma Kurdistanê û cîhan şewba vîrusa koronayê derbas bike.

Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî 20 Cotmehê ragihandibû ku ew bi vîrusa koronayê ketiye û di çend rojên dawî de jî rewşa tenduristiya wî ber xirabûnê ve çûbû.