Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest da.
Firset Sofî piştî bi nexweşiya Koronayê ket ji bo tedawiyê bo Tirkiyê hatibû veguhastin û îro danê sibê li nexweşxaneyeke Tirkiyê, jiyana xwe ji dest da.
Rêveberê Ofîsa Parêzgarê Hewlêrê roja 19ê Cotmeha 2020an dabû zanîn: “Piştî encamdana pişkinînê, derket holê ku Firset Sofî bi vîrusa COVID-19 ketiye.” Pştî vê, ji ber xerabiya rewşa wî ya tenduristiyê, bo tedawiyê şandin derveyî welat.
Firset Sofî di sala 1978an de, li qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ji dayik bûbû û di meha Îlona îsal de, weke Parêzgarê Hewlêrê hatibû destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin