Parêzgarê nû yê Hewlêrê îro sond xwar û bi fermî dest bi kar kir
PeyamaKurd - Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav îro 18ê Sibatê li pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sond xwar û bi fermî dest bi kar kir.
Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav, piştî ku hefteya borî di Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de wekî parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin îro sonda yasayî li pêşberî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwar.
Piştî sondxwarinê fermana wî ya parêzgariyê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat îmzekirin û bi fermî dest bi kar kir.
Di merasîma sondxwarinê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî amadehî kir.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Umêd Xoşnav kir û daxwaz kir bibe parêzgarê tevahiya xelkê parêzgeha Hewlêrê.
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî 18ê Mijdara 2020an di 42 saliya xwe de ji ber vîrusa koronayê koça dawî kiribû û ji wê demê ve cihê wî vala mabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin