Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar û bi fermî bû Serokê Kurdistanê
PeyamaKurd – îro roja duşemê (10.06.2019) Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hola Saed Abdulla amade ye û sonda yasayî xwar û bifermî dest bi SerokatiyaHerêma Kurdistanê kir..
Seroka Parlementoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd merasîma sondxwarinê birêve dibe. Nêçîrvan Barzanî sond xwar û bi fermî bû Serokê Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî dema sondxwarinê
Bi vê yekê re Nêçîrvan Barzanî, piştî Serok Barzanî dibe duyemîn Serokê Herêma Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî 4 salan dibe Serokê Herêma Kurdistanê. Merasîma sondxwarinê bi rêzgirtina xulekê bo şehîdan destpê kir û bi xwendina sirûda Iraqê û Sirûda Niştimanî ya Ey Reqîbê dewam kir.
Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û diyar kir ku bi hemû şiyana xwe piştgiriya wî dike û bal kişand ser têkoşîna DAIŞê û çareserkirina pirsên kurdî û herêmên nakok.

Serok Barzanî pirozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir
Tê çaverêkirin Nêçirvan Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê, Mesrûr Barzanî wezîfedar bike.
Parlamentoya Kurdistanê roja 28ê Gulana 2019an ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê civiyabû, ku pênc kes bo wî postî namzed bûn û namzedê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengan hatibû hilbijartin.

Nêçîrvan Barzanî dema sondxwarinê
Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin