Nêçîrvan Barzanî: Erkê me ye em Singalê ji vê rewsa neyasayî û neasayî rizgar bikin

03 October 2021 14:49 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Erkê me ye em Singalê ji vê rewsa neyasayî û neasayî rizgar bikin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro 3yê Cotmehê li Duhokê di merasîma bangeşeya hilbijartinê ya PDKê de gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî ku beşeke zêde ya gotara xwe ji bo rewşa Kurdên Êzidî û Şingalê veqetand got, “Rewşa neyasayî û neasayî li ber avadankirina Şingalê rêgir e.. Nabe xelkê Şingalê wek keresteyek di milmilaneyên siyasî de bêne bikaranîn.. Erkê me ye em Şingalê ji vê rewşê rizgar bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got, “Dîdara min a îro li gel we hêjayan li sînorê Şingal û Mûsilê ji bo min gelek taybet e... ji ber ku hûn nûnertiya devereke gelek rengîn a pêkvejiyana ayînî û netewî dikin.”

Nêçîrvan Barzanî behsa wê kir ku parêzgeha Neynewa ji aliyê netewî û ayînî ve pirreng e û got, “Kurd, Ereb, Şebek, Aşûrî, Suryan, Kildan, Tirkmen, Misilman, Êzidî, Kakeyî, Sunne û Şîe li vê herêmê hene  û bi hev re dijîn, ev tabloya ciwanî û rengîniya pêkvejiyanê ye li Kurdistanê, li PDK û we pîroz be. Ev dewlemendiyeke gelek mezin û behadar e, cihê şanazî, rêz û pêzanîna me û cîhanê ye.”

Cîgirê Serokê PDKê li ser rewşa Kurdên Êzidî yên di destê DAIŞê de tekez kir ku ew berdewam li gel Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî di peywendiyê de ne û kar dikin bo rizgarkirina wan “xwîşk û birayên Êzidî” ku di destê DAIŞê de mane û got jî, “Di dîrokê de ji me hemûyan zêdetir zilm li Êzidiyan hatiye kirin. Rizgarkirina hemû Êzidiyên revandî xemeke mezin a me ye.”

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku Komkujiya Şingalê, kesûkarên Êzdiyan yê nehatine rizgarkirin û avedaniya wan navçeyan berdewam beşek ji wan mijaran e ku li gel serkirdeyên cîhanê gotûbêjê li ser dikin û tekez kir, “Em berdewam kar dikin ji bo rizgarkirina wan xwîşk û birayên Êzidî yên di destê DAIŞê de mane.”

Nêçîrvan Barzanî behsa bîreweriya xwe û Serok Mesûd Barzanî kir di dema şerê rizgarkirina Şingalê de û got, piştî ku Şingal hate azadkirin Serok Barzanî, yekem kes telefona wî kir û got “Elhemdula li ser destê pêşmergeyan Şingal hat azadkirin” û got jî, “Pêşmergeyên egîd di nav Êzidiyan de rabûne. Nabe xelkê Şingalê wek keresteyek di milmilaneyên siyasî de bên bikaranîn.”

Nêçîrvan Barzanî herweha da xuyakirin ku rewşa niha ya Şingalê bo wan xemeke mezin e û rewşa neyasayî û neasayî rêgir e li ber avedankirina Şingalê û got, ew dixwazin piştî hilbijartinan rewşa Şingalê were asayîkirin û çareseriyek bê dîtin ku “bi dilê xwîşk û birayên Êzidî û hemû wan pêkhateyan bin ku li Şingal dijîn.”

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku nabe xelkê Şingalê bibe mijara hevrikiyên siyasî, weke ya niha “em dibînin ji ber hin karên ne asayî û ne durist, bi cîhanîkirina dosyeya Şingalê hatiye rawestandin,  rewşa neasayî ya Şingalê bûye sedem ku komelgeha navdewletî û Kurdistan û Iraq nikarin hevkariya Şingalê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Em dixwazin wan hilbijartina bikin derfetek bo çareserkirina kêşeya Şingalê da ku hikûmeta Kurdistanê û Iraqê û welatên cîhanê bikarin alîkariya Şingalê bikin.”

Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê got, “Divê madeya 140 a destûrê bê cîbicîkirin û xelk vegere ser warên xwe. Erkê me ye em Şingalê ji vê rewşa neyasayî û neasayî rizgar bikin.”

Cîgirê Serokê Partiya Demokata Kurdistanê got, “Eger PDK li Bexdayê bihêz be, navçeyên madeya 140 dê geş, avadan û parastî bin.”