Nêçîrvan Barzanî bi Nadiya Murad re rewsa Singalê û Êzidîyên winda gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 11ê Cotmeh3e bi Çalakvana Êzidî û Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad re, civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez îro bi Çalakvana Êzidî Nadiya Murad re civiyam û me behsa bi hezaran Êzidiyên winda kir.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Me hevahengiya ji bo rizgarkirina Êzidiyên winda gotûbêj kir, herwiha me behsa rewşa Şingalê û hewlên ji bo alîkariya rizgarbûyên komkujiyê kir.”
Today I met with Yezidi Activist Nadia Murad. We discussed the thousands of still missing Yezidis and importance of coordinating rescue efforts. We also spoke about the situation in Sinjar, and her efforts to help survivors of genocide. pic.twitter.com/lQKSGNjbYD
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) October 11, 2022
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nadiya Murad yek keçên Kurdên Êzidî ya rizgarbûya ji destê DAIŞê ye û weke Balyoza Niyetpakî li Neteweyên Yekbûyî dixebite. Nadiya Murad beriya niha jî Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin