Nadiya Murad pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

30 May 2019 11:16 0 dîtin
Nadiya Murad pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd - Balyoza Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û keça kurdên êzdî ya Xelata Nobelê ya Aştiyê standiye Nadiya Murad pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Nadiya Murad li ser tora xwe medyaya civakî Tiwetterê wiha nivisîandiye: “Pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikim. Bi kelecan ez dixwazim pewyendiyê li gel wî bikim û ligel wî kar bikim bo pirsên civakî û êzdiyan.”

“I would like to congratulate Nechirvan Barzani on his election as President of the Kurdistan Region. I look forward to working closely with him on issues related to the Yazidi community.” ⁦@PMBarzanipic.twitter.com/RpjbwLr1zP

— Nadia Murad (@NadiaMuradBasee) 28 Mayıs 2019

Parlamentoya Kurdistanê  28ê Gulana 2019an , bi piraniya dengên parlamenteran namzedê PDKê Nêçîrvan Barzanî wek duyem Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartibû.