Ji Nêçîrvan Barzanî peyama kustina Qureysî: DAISê derbeke giran xwar...

04 February 2022 15:25 0 dîtin
Ji Nêçîrvan Barzanî peyama kustina Qureysî: DAISê derbeke giran xwar...

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber kuştina serokê DAIŞê El Qureyşî pesnê Amerîkayê da û got, “Em pabendbûna xwe ji bo şerkirin û tunekirina terorê dubare dikin.”

 Nêçîrvan Barzanî di peyameke li ser Twitterê de got: “Kuştina Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî derbeke giran bû ji bo serkirdatiya DAIŞê û kiryareke dadmendane bû ji bo qurbaniyên destê tawanên wê koma terorîst.”

Serokê Herêma Kurdistanê, herwiha ji ber serkeftina perasyona kuştina serkirdeyê DAIŞê pesnê Amerîkayê da û destnîşan kir: “Em pabendbûna xwe ji bo şerkirin û tunekirina terorê dubare dikin.”