Parêzgarê nû yê Hewlêrê bi fermî dest bi kar kir
PeyamaKurd - Parêzgarê nû yê Hewlêrê, Firset Sofî îro bi fermî dest bi kar kir.
Îro sêşemê (17.09.2019) danê danê sibê parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî xatir xwest û parêzgarê nû yê Hewlêrê Firset Sofî bi fermî dest bi kar kir.
Di merasîma pevguhertina posta parêzgariyê de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed jî amade bû. Wezîrê Navxwe spasiya Newzad Hadî û pîrozbahî li Firset Sofî kir û jê re serkeftin xwast.
Parêzgarê nû yê Hewlêrê, Firset Sofî jî soz da ku di heyama parêzgariya xwe de bi dilozî, rastgoyî, destpakî û bê alîtiyê xizmeta parêzgeha Hewlêrê bike.
Firset Sofî duh li pêşberî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûnd xwaribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin