Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xosnav îro bi fermî dest bi kar dike

18 February 2021 13:00 0 dîtin
Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xosnav îro bi fermî dest bi kar dike

PeyamaKurd – Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav îro wê sûnda xwe bixwe û bi fermî dest bi kar bike.

Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav diyar kiriye, ez ê îro li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê, li hember Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûnd bixwim û bi fermî dest bi kar bikim.

Umêd Xoşnav, ku roja 8 vê mehê ji aliyê encumena parêzgeha Hewlêrê ve, wek parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin. Herwiha da zanîn, piştî sûndxwarinê, ez ê yekser serdana mala wî mamostayî bikim ku çend roj berê li bajarokê Şeqlawe di dema bilindkirina alaya Kurdistanê canê xwe ji dest dabû.

Umêd Xoşnav, dê li şûna Firset Sofî rûnê. Firset Sofî, ku zêdetirî salekî bû bibû parêzgarê Hewlêrê, roja 18 Mijdara sala 2020 ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.