Kandîdê PDKê Umêd Xosnav weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hat hilbijartin
PeyamaKurd – Li Hewlêrê hilbijrtina parêzgariyê birêve çû û di encamê de, kandîdê PDKê Umêd Xoşnav bo posta parêzgariya Hewlêrê ji aliyê encumena parêzgehê ve hat pesendkirin û bû 44emîn parêzgarê Hewlêrê.
Umêd Xoşnav, bi 18 dengan, ji aliyê encumena parêzgeha Hewlêrê ve, weke parêzgarê nû yê Hewlêrê hat destnîşankirin.
Umêd Xoşnav kandîdê PDKê bû bo posta parêzgariya Hewlêrê. Xoşnav ji 23 dengan 18 deng bi dest anî û li hember her du hevrikên xwe bi ser ket.
Umêd Xoşnav li şûna parêzgarê berê yê Hewlêrê, Firset Sofî dest erka xwe kir. Firset Sofî roja 18 Mijdara sala 2020 ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin