Umêd Xosnav: Em êrisa li Hewlêrê weke çalakiyeke terorî û provakasyon dinirxînin
PeyamaKurd- Serokê Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnav êrişa îro ya Hewlêrê wek provakasyon bi nav kir û got: “Em vê êrişê wek çalakiyeke terorî û provakasyon dinirxînin.” Xoşnav herwiha got: “Ev êriş dê ji Tirkiye û Enqere zêdetir, zerarê bide Herêma Kurdistanê û Hewlêrê.”
Serokê Koma PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnav beşdarî bernameya televîzyonaî bû û derbarê duh ya li Hewlêrê de got ku ev êrişeke provakasyon e. Umed Xoşnav diyar kir armanca vê êrişê aramiya li Herêma Kurdistanê ye û wiha pê de çû: “Em wek PDK vê êrişî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Em vê êrişî wek çalakiyeke terorî û provakasyon dinerxînin. Ev êriş li hemberî dewleta Tirkiyê nehatiye kirin, lê aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê armanca vê êrişê bûye.”
Xoşnav da zanîn ku heta niha nasnameya bikerên êrişî nehatiye zanîn û kê li paş vê êrişêne diyar nîne.
Derbarê karvedanên bûyerê de Xoşnav da zanîn ku kesên li peş êrişê ne şaşiyeke stratejîk krine û ev êriş dibe sedema bertekên raya giştî û got: “Bi kuştina diplomatekî ki Konsulxaneya Tirkiyê zerarê nadin wî welatî. Herwiha sinir û cografyaya Tirkiye gelek berfireh e, kesên ku bixwazin zerarê bidin Tirkiye dikarin li wê derê çalakiyên xwe bikin. Ev êrişeke terorî û provakasyon e.“
Umêd Xoşnav destnîşan kir ku hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo girtina tawankaran dixebitin û derbarê bûyerê de lêpirsîn bi berfirehî berdewam e, û got: “Ti gumanên me nînin ku hêzên asayişa me dê vê bûyerê zelal bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin