YE ji bo lêpirsîna êrisa Îranê balyozê xwe disîne Hewlêrê

12 February 2024 00:46 0 dîtin
YE ji bo lêpirsîna êrisa Îranê balyozê xwe disîne Hewlêrê

PeyamaKurd - Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Iraqê Thomas Seiler ragihand ku ew ê ji bo lêkolîna êrişa rejîma Îranê ya li dijî Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên hikûmetê û rayedarên partiyên siyasî re, di derbarê êrişa Hewlêrê de danûstandinan bike”.

Thomas Seiler li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Xê da zanîn ku ew ê di meha Avrêlê de serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bike û wê bi berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.

Balyozê YEê di daxuyaniya xwe de gotiye: “Ez ê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de di derbarê êrîşa li dijî Hewlêrê ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû kirin de lêpirsînan pêk bînim”.

Pasdarên rejîma Îranê di 15ê Çileyê de bi tawanbariya hate derewandin a hebûna navendeke MOSSADa Israîlê, bi mûşekên balîstîkî êrişî mala Pêşrew Dizeyî ku karsazekî mezin ê Herêma Kurdistanê bû kir û di encama vê êrişa hovane de 5 welatî cangorî bûbûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûbûn. Piraniya kesên cangorî û birîndaran endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn.

Piştî vê êrişê, li piraniya bajar û navçeyên Kurdistan û parêzgehên Ewropayê, li dijî rejîma Îranê xwepêşandan pêk hatibûn û rejîma Îranê û pasdarên wê hatibûn riswakirin.