Parêzgarê Hewlêrê hisyariya ava vexwarinê da: Teseruf bikin!
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw daxwaz ji welatiyan kir, di bikaranîna avê de destê xwe bigirin û zêde xerc nekin û got, parêzgeha Hewlêrê rûbirûyî hişkesaliyê û kêmbûna avê dibe.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, her kesek avê bi neyasayî ji bo baxçeyan kişandibe, dê av li ser were birîn. Xoşnaw ragihand, ew ji îro ve dest bi helmeta nehiştina zêdegaviyên li ser avê dikin.
Omêd Xoşnaw got: “Em berpirs in ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji welatiyan re. Ji sedî 65 ji ava Hewlêrê ji bîran e, ji ber wê pêwîstiya me bi hilmeteke hişyariyê heye.”
Parêzgarê Hewlêrê herwiha daxwaz ji mamosteyên olî jî kir, di gotarên xwe de daxwazê ji xelkê bikin ku zêdegaviyê li ser avê nekin û daxwaz ji dezgehên ragihandinê jî kir, di pirsa hişyarkirinê de, bi rola xwe rabin ji bo xelk bi awayekî zêde avê xerc neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin