Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê sonda yasayî xwar

16 September 2019 12:59 0 dîtin
Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê sonda yasayî xwar

PeyamaKurd - Piştî derçûna Fermana Herêmî ji bo destbikarbûna parêzgarê nû yê Hewlêrê, îro di rêûresmekê de Ferset Sofî li pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar ûdest bi kar kir.

Îro di rêûresmê de parêzgarê nû yê Hewlêrê Ferset Sofî li pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar. Herwiha Nêçîran Barzanî hêviya serkeftinê jê re xwast û spasiya kar û xizmeta parêgarê berê Newzad Hadê kir.

Roja 12ê vê mehê di civîna Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) encamdana guhartinê li parêzgehên din jî bi pêwîstî dizane û di wê derbarê de endamê Serkirdatiya PDKê Sîrwan Barzanî dibêje: Beşek ji berpirsan demeke dirêj e di postên xwe de ne û pêwîst e bêne guhartin.


Firset Sofî bû parêzgarê nû yê Hewlêrê

Parêzgerê hilbijartî yê Hewlêrê Firset Sofî spasiya Serok Barzanî kir