Îdareya Soran 350 milyon dînar alîkariya mexdûrên lehiyê radestî parêzgarê Hewlêrê kir

04 January 2022 19:48 0 dîtin
Îdareya Soran 350 milyon dînar alîkariya mexdûrên lehiyê radestî parêzgarê Hewlêrê kir

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku li devera îdareya serbixwe ya Soran 350 milyon dînar ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiya Hewlêrê hatiye komkirin.

Umêd Xoşnaw li ser rûpela facebookê eşkere kir, wî îro Duşemê li ofîsa xwe ya Hewlêrê pêşwazî li serokê îdareya serbixwe ya Soran Helgurd şêx Necîb kiriye.

Xoşnaw da zanîn, Helgurd şêx Necîb û şanda pê re alîkariyên ku xelkê devera Soran ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê kom kiribûn, radestî wan kirine ku ew jî 350 milyon dînar bû.