Hikûmeta Kurdistanê ji bo bajarê Soran 175 milyon dînar terxan kir
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 175 milyon dînar ji bo dabînkirina kêmahiyên rêveberiya ava bajarê Soran ê bi ser parêzgeha Hewlêrê terxan kir.
Berpirsê ava devera Soran Tehsîn Seidullah ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, piştî dûvçûnên wan, wezareta bajarvanî û tûrîzma Kurdistanê 175 milyon dînar ji bo dabînkirina pêdiviyên wan terxan kiriye.
Tehsîn Seidullah got, “Em ê bi wê bûdçeyê beşek ji pirsgirêkên kêmbûna avê çareser bikin û bingeha çend projeyên nû yên avê jî deynin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin