Zêdetirî 108 milyon dînar pare ji bo çêkirina çend rêyên sînorê Soranê hat dabînkirin

19 October 2021 13:03 0 dîtin
Zêdetirî 108 milyon dînar pare ji bo çêkirina çend rêyên sînorê Soranê hat dabînkirin

PeyamaKurd – Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, zêdetirî 108 milyon dînar pare ji bo çêkirina çend rêyên sînorê Soranê hat dabînkirin.

Îro 19.10.2021ê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê da zanîn, Wezareta Şaredarî û Geştûzariyê, bi du fermanên wezîr ve biryara xerckirina zêdetir ji 108 milyon dînar da, ku çend rêyên sînorê serokatiya şaredariya Soranê bên çêkirin.

Wezareta şaredariyê destnîşan kir, ew pare ji sedî 15yê wê bi dahatê şaredariyê û li gor rênmayiyên darayî yên taybet dahatê de tê xerckirin.