Li Raperînê çêkirina projeyên bi bihayê zêdetirî 20 milyar Dînaran hat destpêkirin

13 October 2020 15:42 0 dîtin
Li Raperînê çêkirina projeyên bi bihayê zêdetirî 20 milyar Dînaran hat destpêkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo cara yekem bi fermî serdana devera Raperînê kir û li ser daxwaza xelkê deverê jî 4 proje ragihandin û kevirê bingehîn yê projeyeke din danî.

Hat ragihandin ku tevahiya projeyan bi bihayê zêdetirî 20 milyar Dînaran têne çêkirin.

Projeyên têne çêkirin ev in:

1- Projeya geliyê Ranya, bi 11 milyar û 378 milyon û 745 hezar û 800 Dînar îro ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve kevirê binyadê hat danîn.

2- Nûjenkirina dibistanan li Raperîn bi buhayê yek milyar û 500 milyon Dînar.

3- Avakirina kolaneke 60 metrî li Qeladizê bi buhayê milyarek û 800 milyon Dînar.

4- Dirustkirina riya dualî ya bazara Ranya bi buhayê 4 milyar û 500 milyon Dînar.

5- Avakirina navendeke penceşêra pêsîrê bi buhayê zêdetirî milyarek Dînar.