Iraq | Kazimî zêdetirî hezar projeyên hilberînê yên nehatine bicihkirin hilwesand
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 21ê Nîsanê hin biryar derbarê karê desteya hilberînê de derxistin ku di wan biryaran de moleta hezar û 128 projeyên hilberînê jî hat hilweşandin.
Ofîsa ragihandina serokwezîrê Iraqê ragihand: “Îro Serokwezîrê Iraq Mistefa Kazimî serdana desteya hilberînê kiriye daku ji nêzîk ve agahdarê kar û wan pirsgirêkan be ku li Iraqê rastî desteya hilberînê dibin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin piştî wê serdanê Kazimî çend erkdarî û biryarên nû derxistine û biryar daye: ‘Moleta hemû wan projeyên hilberînê tê hilweşandin ku rêjeya bicshanîna wan di navbera sedî 0 heta 35 e û dema hatiye diyar kirin ji bo çêkirina wan bi dawî bûye û hejmara wan projeyên ku dikevin nav wê biryarê jî hezar û 128 proje ne.”
Herwiha hat eşkerekirin, “Divê bi temamî pêbend bin bi hukmê madeya 28 a yasaya hilberînê ve, heman demê de hişyarî ji xwediyên projeyan re hatiye dayîn ku projeyên xwe temam nekirine û desteya niştimaniya hilberînê serpereştî û çavdêriya bicihanîna wan tedbîran dike.”
Di xaleke din a biryar û erkdariyên Kazimî de hatiye gotin, “Dema ku hilberîner pêbend nebe bi dema bicihanîna projeyê ve moleta wî jê tê standin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin